Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûr: Ev hefteyeke endamên me girtî ne û têkilî bi wan re nayê kirin

Ji 10’ê Hezîranê de, nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen û du endamên peywendiyên PYD’ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz li Hewlêrê girtî ne.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser careke din bi daxuyaniyekê ji PDK’ê xwest ku bi lez endamên wan berde, ji ber ev xebatên siyasî û dîplomasî asteng dike.

Nûnertiyê got ku ev hefteyeke tu agahî li ser girtiyan nayên girtin û êdî ew ji jiyana wan bi guman in.

Her wiha destnîşan kir ku, ev gav tê wateya qelskirina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û destê neyarên Kurdan nexasim dewleta Tirk bi hêz dike.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser girtina endaman şermezar kir û ji hemû aliyên li başûr xweset bi erk û berpirsiyartiyên xwe yên niştîmanî rabin.

Back to top button