YJA Star: Gelê Kurd, jin û mirovahî wê bi ser bikevin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi munasebeta 41. salvegera damezrandina PKK peyamek weşand û diyar kir ku PKK ji gelan û jinan re bû hêvî.
YJA Star anî ziman ku jin wê li ser mîrasê berxwedana dîrokî pêşengiya têkoşîna azadiya gelan bike.

YJA Star bibîrxist ku PKK, di bin êrîşên herî dijwar û şertên zexmet de şerê azadiyê meşandiye, rûmeta mirovahiyê bi şêwazê gerîlatiyê parastiye û weha dewam kir:

“Ji ber vê yekê roja îro wateya PKK’ê gel e, PKK; di xeta serketinê de wek rêheval Kemal Pîr û rêheval Sara meşandina têkoşîna şoreşê û rûmetdayînê ye.”

YJA Starê destnîşan kir ku jinên Kurd di vê têkoşîna azadiyê de pêşengî ji berxwedana jinan û gelan kirine û ji ber vê yekê li her derên Kurdistanê û Rojava îro rastî êrîşên dagirker û faşîzan yê dewleta Tirk tên.

YJA Star got, “Di vî şerê qirêj de ku bi zîhniyeta zilam li hember Kurdê azad, jin û civaka azad pêşdikeve, yê ku bigihêje serkeftinê wê gelê Kurd, jin û mirovahî be.”

YJA Starê desnîşan kir ku rihê berxwedêr yê Mazlum û Sarayan îro li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya şervanên QSD,YPJ,YPG’ê dewam dike û got,

“Jin wê li ser mîrasê berxwedana dîrokî pêşengiya têkoşîna azadiya gelan bike.”

Leave a Reply

Back to top button