Swîsre-Di salvegera Peymana Lozanê de meşek girseyî hate lidarxistin

Kurdistaniyan bi boneya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê, li cihê peyman hate îmzekirin meşeke protestoyî li dar xist,
Di çalakiyê Kurd û dostên xwe diyar kirin ew peymana Lozanê, siyaseta perçekirî û polîtîkayên bêedalet qebûl nakin û gotin:
“Êdî dema yekitiyê ye.”

Di 100. salvegera Peymana Lozanê de, gelê Kurdistanê li bajarê Lozan ê Swîsreyê li gel konferanseke navneteweyî meşek li dar xist.

Ji saetên serê sibê ve Kurdistanî ji gelek welatên Ewropayê bi taybet ji Swîsreyê herikîn bajarê Lozanê.

Çalakvanan ji qiraxa Gola Lemanê ku hevdîtinên Lozanê lê hatin kirin, heta Qesra Rumine ya ku peyman lê hatibû îmzekirin, meşiyan.

Li wir meş veguherî mitîngê û gelek axaftin ji hêla nûnerên Kurdistaî û dostên wan ve hatin kirin.

Meşa mezin a Lozanê: Em peymana Lozanê red dikin

Endama Komîteya Lozanê Yuksel Koç ku serê pêşîn axivî, destnîşan kir ku divê mirov ji Peymana Lozanê re bibêje na û got:

‘ Em vê peymanê qebûl nakin. Em Kurd wê li çar parçeyên welêt li ber xwe bidin.”

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mirad, anî ziman ku ew ji bo şermezarkirina peymanê li qadê ne û diyar kir Kurd ne Kurdên berê ne.

Her wiha parlamenterê Swîsreyî û endamê Komîteya Azadiya Ji bo Abdullah Ocalan Dr. Beppe Savarî-Borîolî jî li wir axaftinek kir

Savary anî ziman ku ji ber peymana parçekirina Kurdistanê li Lozanê hatiye îmzekirin ew fedî dike û wiha axivî:

”Diyar e ku çima Tirkiye, Sûriye û Îran naxwazin Kurdistanê berdin.

Kurdistan divê cardin bibe Kurdistan. Em xistina nav lîsteya terorê ya PKK’ê, qebûl nakin.

Paşê Parlamenterê swîsreyî Savarî îşaret bi tecrîda li dijî Rêber Apo kir û di dawiyê ev peyam da:

Bi azadiya Mandela çawa Efrîka azad bibe, wê bi azadiya Rêber Apo jî li Rojhilata Navîn azadî çêbibe.

Back to top button