20 Gundên herêmê bûn armanca êrişan

Êrişên dewleta Tirk a dagirker heta derengiya şevê jî dewam kirin.
Artêşa dewleta dagirker doh êrişî zêdeyî 20 gundên li herêmê kir.

Artêşa dewleta Tirk 6 gundên li rojava û rojhilatê Kobanê bi dijwarî topbaran kir.

Gundên Xan, Evdiko û Qertel ên rojavayê kantona Girê Spî jî bûn armanca êrişan.

Leşkerên artêşa Tirk bi guleyan êriş gundê Cirnik ê rojavayê navçeya Amûdê jî kirin.

Li ser Til Temirê jî êrişî ranewestiyan e. Li virî jî dagirkeran 4 gund topbaran kirin.

Derdora navçeya Til Rifet û 6 gundên navçeya Şera ya herêma Efrînê jî hatin tpbarankirin.

Balafirên şer gundê Merenaz yê navçeya şera bombebaran kir.

Ev dîmen jin gund in.

Têde encama ku êrişê li pey xwe hiştiye diyar dibe.

Her wiha balafirgeha Minix ya Şehbayê jî bû armanca êrişên dagirkeran.

Back to top button