Hêzên Asayîşê ragihand, Yekîneyên wan ên taybet HAT di operasyonekê de, serçeteyekî DAIŞ’ê girt.
Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihand, îro sibehê li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê, bi hevkariya koalîsyona navdewletî operasyonek pêk anî.
Di encamê de serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin û jimarek çek û cebilxane hatiye desteserkirin.
Hêzên Asayîşê di daxuyaniya xwe de diyar kir, piştî bidawîkirina lêkolînan, dê vî serçeteyî radestî dadgehê bikin.
Di vê Tîrmehê de, ev duyemîn emîrê DAIŞ’ê ye ku ji aliyê Hêzên Asayîşê ve tê girtin.