Bi hezaran şêniyên herêma Firatê jî şehîd Nejbîr û 2 cangoriyên din yên azadiyê li Kobanê oxir kirin.
Her wiha ji Fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan û hevalên wê jî li Minbic û Tebqayê hatin bibîranîn.
Li Kobanê jî merasîma şehîdan hebû.
Bi sedan şêniyên herêma Firatê ji bo oxirkirina şervana YPJ Nejbîr Zagors, şervanên QSD’ê Mesûd Mihemed binasnav Hozan Kobanê û Idrîs Hiso binasnav Çiya Kobanê li Goristana Şehîda Dîcle ya Kobanê kom bûn.
Ji fermandarên QSD’ê Halim Baz bi navê malbatên her sê şehîdan axivî û soza şopandina xeta şehîdan da.
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên cangoriyan bi diruşmeyan hatin oxirkirin.
Li Minbic û Tebqayê fermandar Jiyan Tolhildan û hevalên wê hatin bibîranîn
Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê, bi boneya rojê li nivîsgeha xwe sermînerek da.
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Ruweyda Hinêzil qala rêwîtiya têkoşînê ya her sê jinên pêşeng kir û wiha got:
“Çawa fermandar Jiyan, Roj û Barîn ji bo siberojeke azad tê koşiyan û kedeke mezin da, em jî soz didin ku em ê xeta wan dewam bikin.”
Piştî semînerê beşdaran serdana şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir û gul û wêneyên şehîdan diyarî wan kirin.
Li Tebqayê jî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, bi koorîneya Koordînasyona Jinan a Tebqayê merasîmeke bîranînê li dar xist.
Piştî axaftinan jinan ji bo bîranîna her sê şehîdan mûm pêxistin.
Ev tayim kud li ser ya anha hatiye derxistin..