Têkildarî cezaya dadgeha Hewlerê a li dijî Şerwanî KCK’ê jî daxuyaniyek da û got: Şerwan Şerwanî û hevalên wî di destê desthilata PDK’ê de dîlgirtiyên siyasîne.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê cezaya girtîgehê a li dijî Şerwan Şerwanî de daxuyaniyek weşand.
KCK’ê di daxuyaniya xwe de got:
PDK yekdestdariya hemû girêkên desthilatdariyê û sepandina îrade û siyaseta xwe ya li ser civakê, atmosfereke metirsîdar afirandiye.
Her dengê nerazîbûnê li Başûrê Kurdistanê ya li dijî polîtikayên desthilatê yê bilindkirin, PDK hewl dide wî dengî bibire û bifetisîne.”
Bi domdarî KCK’ê bal kişande ser zext û êşkenceyên li dijî girtiyên siyasî ên Kurd û wiha got:
“Cezayê darvekirina Abdurrahman Er û Mazlûm Dag, birîna 4 salên din cezayê girtîgehê li Şêrwan Şêrwanî, revandina Omêd Beroşkî ji aliyê PDK’ê ve û herwiha zextên li ser malbat û hevjîna Ethem Barzanî ji bo paşeroja maf û azadiyên bingehîn yên Başûrê Kurdistanê nîşaneyên metirsîdarin.”
KCK’ê di dawiyê de destnîşan kir ku şerwan Şerwanî û hevalên wî yên di destê PDK’ê de dîlgirtiyên siyasîne.