ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK DÛRAN KALKAN: GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ SEFERBERIYA HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Rêber Ocalan nirxand.

Kalkan got;

Em di asta seferberiyê de tecrîdê bi dawî bikin.

Ev yek seferberiya hilweşandina faşîzmê ye, seferberiya bidawîkirina tecrîdê ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya “Ulkeden” ya Medya Haberê û Kalkan çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Rêber Ocalan nirxand.

Kalkan di destpêka axaftina xwe de Leyla Guven, Nasir Yagiz, berxwedêrên li zindanan û şoreşger welatparêzên li derveyî welat di greva birçîbûnê de ne bi rêzdarî silav kir.

Kalkan diyar kir, tevger û gelê Kurdistanê di nava pêvajoyeke dîrokî û berxwedaneke mezin de ye û got:

Sed roj çawa derbas bûn, her saet, her kêliyên wê çawa derbas bûn?

Leyla Guven di nava sed rojî de ku hucre bi hucre dihele, çawa li ber xwe da?

Bêguman em hemû vê baş zanin, lê divê em baştir fêhm bikin.

Eger armanceke mezin nebe, îrade û baweriyeke mezin nebe, daxwazeke mezin a azadiyê nebe mirov nikare sed deqeyî jî li ber xwe bidin.

Kalkan bi bîr xist, greva birçîbûnê berxwedana herî bi bandor a mirovahiyê ye û wiha anî ziman:

Berxwedana herî zehmet, greva birçîbûnê ye.

Lê zêdeyî sed roj in di oxira armancekê de Leyal Guven li ber xwe dide.

Berê jî ciwanên Kurd li zindanên Amedê têkoşîn kirin.

Salên 1981’ê, 82’an li ber xwe dan. Li dijî zext, qedexe, teror û zilma darbeya 12’ê Îlonê li ber xwe dan.

Dûran Kalkan bal kişand ser êrîşa li dijî meşa dirêj a ciwanan û wiha domand:

Armanca çalakiya li Strasboûrgê daxwaza azadiyê, demokrasiyê, biratiyê û çareseriya demokratîk e.

Ciwan jî xwestin destekê bidin wan, lê hikumeta Elman ev yek wek sûc dît.

Dewleta Elman ji aliyê siyaset û zîhniyetê ve di warê qedexekirinê de xwe gihandiye asta dîktatoriya Erdogan-Bahçelî.

Hikumeta AKP-MHP’ê qedexeyan radigihîne, komeleyan, rojnamevan digire, meşan qedexe dike, yên dimeşin jî digire.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Têkoşîna rêxistinbûyî bi ser dikeve li ser vê bingehê bang li hêzên şoreşger dikim ku li dijî êrîşên dîktatoriya faşîst têkoşîneke hîn bi bandor bimeşînin

Leave a Reply

Back to top button