Li Serê Kaniyê komên çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin

Li Serê Kaniyê ya dagirkirî, di navbera komên çete yên dewleta Tirk a dagirker de şer derket.

Di saetên nîvro de, li gundê Eyn Hisan yê Serê Kaniyê di nava çeteyên Tugeya Muwalî û çeteyên El-Hemzat de şer derket.

Têkildarî sedema deketina şerê navbera çeteyan agahî ne hatin bidestxistin.

Heta amadekirina vê nûçeyê jî şerê di navbera çeteyan de dewam dikir.

Di demên dawiyê de, li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûrî ji ber parvenerkina malên şêniyan, di nava çeteyan der şer rûdidin.

Back to top button