Artêşa Niştimanî derbên giran li dewleta Tirk û çeteyên wê dide

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê derbên giran li dewleta Tirk û çeteyên wê li Lîbyayê dide. Amerîka jî bang li dewleta Tirk û Rûsyayê dike ku tevgerên xwe yên leşkerî li Lîbyayê rawestînin.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê xistina balarfireke Tirkî li asîmanê Terabulsa paytext ragihand.

Dîmenên balafira hatî xistin jî hatin belavkirin, ku hat zanîn balafir ji cûreya “ALPAGU” ye.

Her wiha di şerên duh li Terablusê de, Artêşa Niştimanî piraniya eniyên li başûrê herêmê rizgar kirin, û balafirgeha Terablusê jî kontorl kir.

Di kemînên Artêşa Niştimanî li eniyên Terablusê de zêdeyî 40 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Ahmed El-Mismarî: Amarîka çavê xwe li şandina balafirên Tirkî û hezaran çeteyan, digire.

Li aliyeke din têkildarî daxwyaniya ku rayadarên Amerîkî ku duh gotibûn “Rûsya balafirên şer şandina Lîbyayê”, Berdevekê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ahmed El-Mismarî, daxuyaniyek da.

Ahmed El-Mismarî berteka ji bo daxuyaniya Amrîkayê nîşan da û got:

Amarîka behsa balafirên Rûsî dike, lê çavê xwe li şandina balafirên Tirkî û hezaran çeteyên wê ji bo Lîbyayê, digire.

El-Mismarî bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a li Lîbyayê û diyar kir ku Erdogan bi anîna çetayan ji Sûriyê ji bo Lîbyayê dixwaze Ereban bi Ereban bide kuştin.

Berdevekê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ahmed El-Mismarî bang li welatên Ereban kir ku divê li hember vê hişyar bin û li dijî xeyalên Erdogan bisekinin.

Îro jî berdevkê Pentagonê, Jonathan Hoffman, ragihand ku Amerîka operasyonên Leşkerî li Lîbyayê napejrînin û despêkê ji Rûsiya û Tirkiyê xwest ku tevgerên xwe li Lîbyayê rawestînin.

Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Derve yê Cezayîrê, Sebrî Bûqadûm, têkidarî şandina çekan ber Lîbyayê ve diyar kir ku ev qanûnên navdewletî binpê dike û dihêle ku komên teror hêza wan xurtir bibe.

Back to top button