Misir dergehê sînorê Refahê bo alîkariyê vedike

Misir ji bo vekirina Deriyê Sînorê Refahê bo alîkariya ji Xezayê re bi rêveberiya Amerîkayê re li hev kir.
Ev yek piştî bertek û dextekî zêde pêk tê.

Berdevkê Serokomariya Misirê Ehmed Fehmî ragihand ku Serokomar Ebdulfetah Sîsî û Serokê Amerîkayê Joe Biden li hev kirine ku Deriyê Sînor ê Refahê bi awayekî hertimî ji bo alîkariyên mirovî yên ji bo Xezayê were vekirin.

Fehmî derbarê dîrokek zelal ku wê kengê dergeh werin vekirin de jî ti agahiyek parve nekir.

Deriyê Sînor ê Refahê tekane deriyê sînor e ku ji xeynî Îsraîlê, Xezeyê bi welatekî din ve girê dide.

Biden di daxuyaniya xwe ya piştî serdana xwe ya Îsraîl ya dema vegeriya Amerîkayê de, got:

Di qonaxa despêkê de, 20 kamyonên alîkariyê ji Refahê derbas dibin û dibe ku zêdetir jî bibin.

Biden hişyariya wê yekê da ku eger alîkariya YE û DYA dişînin bo sivîlan bikeve destê Hemasê wê derbasbûnê bisekinînin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Koşka Spî ve hatin dayîn, dibe ku roja Înê alîkarî werin despêkirin.

Beriya daxuyaniyên Misir û Biden, Îsraîl jî ragihandibû ku ew ê rê bidin rêyên alîkariyê yên ku asteng kirine.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de hat ragihandin ku Îsraîl wê li dijî banga Biden a ji bo gelê sivîl ên li başûrê Xezeyê nan, av û dermanan bide raneweste.

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku divê Misir rê li ber alîkariyê bigire ku bikeve destê Hamasê.

13 rojin bi ti awayî rê nayê dayîn alîkarî derbasî Xezayê bê kirin

Alîkariya mirovî ya ku di ser Îsraîlê re digihîşt Xezeyê piştî êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê hat sekinandin.

Îsraîl dibêje, bêyî azadkirina nêzîkî 200 dîlên ku di destê Hamasê de ne, wê deriyên sînor bên vekirin.

Deriyên sînorî yên Erez û Kerem Şalom, Îsraîl û Xeza bi heve didin girêdan.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) têra 300 hezar kesî pêdiviyên ku ji deriyê sînor têkevin Xezeyê amade ne.

Ji ber dorpêça ku ji aliyê Îsraîlê ve li ser Xezeyê hatiye danîn, li herêmê pirsgirêka av, xwarin û sotemeniyê heye.

Berpirsyarê Rewşa Lezgîn a Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Martîn Grîffîths doh bi daxuyaniyekê ragihand ku divê alîkarî rojane bi 100 qemyonî be û bi rengekî ewle were kirin.

Biden li Îsraîlê ye: Aliyê dijber ji êrişê berpirse

Back to top button