Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Lavrov li Koreya Bakur e

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Koreya Bakur e.
Lavrov di axaftina xwe ya li paytext Pyongyangê de got: Moskow girîngiyeke mezin dide piştgiriya Koreya Bakur.
Çav li rê ye ku piştî serdana Lavrov, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biçe Pyongyangê.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo du rojan li paytexta Koreya Bakur Pyongyanganê ye.

Lavrov li paytexta Korya Bakur bi hemkarê xwe Choe Son Huî re rûnişt.

Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê der barê serdanê de bi daxuyaniyekê agahî da û got:

“Ew malavahiya Koreya Bakur dikin ku di şerê Ûkraynayê de piştgiriya wan dike.

Lewma Moskow jî soza piştevanî û hevgirtinê dide serokê Koreya Bakur Kim Jong Un.”

Piştî vê serdanê wê Putin biçe Koreya Bakur

Çav li rê ye ku piştî vê serdana Lavrov, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana Koreya Bakur bike.

Putin girîngiyeke mezin dide hevkariya bi Koreya Bakur re.

Û ji ber ku Koreya Bakur jî di hîsara siyasî û aborî ya dewletên Rojava de ye, bi xweşî nêzî vê helwesta Rûsyayê dibe.

Di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dewletên Rojava li Koreya Bakur li mehnayan digerin û her hewl didin wê tengav bikin.

Emerîkayê herî dawî Pyongyang bi şandina cebilxaneyên nû ji Rûsyayê re tawanbar kiribû.

Lewma Koreya Bakur a xwedî hêza nukleer pêdiviya xwe bi şikandina hîsara li ser xwe heye.

Jixwe Lavrov jî ji ber vê yekê, diyar kir ku Moskow girîngiyeke mezin dide piştgiriya Pyongyangê.

Back to top button