Îro li bajarê Kobanê Akademiyên Civaka Demokratîk bi slogana “Bi şerê gelê şoreşgerî…Em ê hebûna xwe biparêzin û bigihêjin azadiya xwe” foruma diyalogê da destpêkirin.
Di foruma diyalogê de nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl ên herêma Firatê, hejmarek ji kesayetên ji Reqa û Minbicê û bi dehan şênî amade bûn.
Di destpêka foruma diyalogê de, Hevserokê Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û ev got:
“Me şoreşek bi rêve bir û bi hezaran şehîd dan ku canê xwe feda kirin da ku em di nava aştiyê de bijîn û bibin gelê şoreşger.”
Piştre sînevîzyonek hat pêşandan û nirxandinên rêber Ocalan ên têkildarî şerê gelê şoreşger hatin xwendin.