“El-Menfî bi fermî daxwaza derxistina çeteyan kiriye”

Piştî serdana serokê meclisa serokatiya Lîbyayê Mihemed El-Menfî bo Enqereyê bi 2 rojan , hûrguliyên vê serdanê derketin holê.

Çavkaniyekê ji hikumeta Lîbî ji radyoya Fransa ya navdewletî (RFI) re eşkere kir, ku El-Menfî daxwazeke fermî ji Erdogan kiriye, da çeteyên xwe yên Sûrî û şarezayên leşkerî yên Tirk ji Terablusê derxîne.

El-Menfî Îna borî serdana Tirkiyê kiribû û bi serokkomarê wê Erdogan re civiyabû.

Her wiha serokkomarê Misirê el-Sîsî û yê Fransayê Macron jî bi telefonekê teqezî li ser derxistina van çeteyan kir..

Back to top button