Operasyonên li dijî hebûna DAIŞ’ê ranawestin û li Kerkûkê jî 12 baregehên DAIŞ’ê hatin rûxandin.
Şaneya Ragihandinê ya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bi daxuyaniyek ragihand, li sînorê bajarokê Reşad ê Kerkûkê, operasyonek hevbeş di navbera Hêzên Federal û Heşda Şebî de pêk hat.
Li gorî heman çavkaniyê, di encama vê yekê de, 12 baregehên DAIŞ’ê hatin rûxandin, 3 çete jî hatin girtin.