![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2022/09/JINA-EMINI-CALAKI-.jpg)
Li du bajarên Almanyayê ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî kurdistanî û dostên xwe daketin qadan.
Di çalakiyan de êrîşên dagirkerên kurdistanê yên ser gel de hatin şermezarkirin û wêrekî û hêviya gel hat silavkirin.
Li bajarê Dresden ê Almanyayê bi dirûşma “Piştevaniya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe li Îranê” meşek pêk hat .
Di meşê gel berxwedana jinên Rojhilat û Îranê silav kirin .
Li bajarê Aachen ê Almanyayê jî çalakiyek hat lidarxistin .
Li mîtîngê gelek nûnerên sazî û rêxistinên Faris, Alman û Kurdan axivîn.
Di axaftinan de hat tekez kirin ku Polîtîkayên Tirkiyê û Îranê yên li dijî jinên Kurd bi heman armanc û bi heman rengî ne.
çalakî piştî axaftinan bi durşman bidawî bû