Cemîl Bayik: Kurd li her qadê têdikoşin, dawiya AKP-MHP’ê hatiye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku Kurd ne tenê li nava HPD’ê, li her qadê têdikoşin. Bayik teqez kir jî ku HDP’ê bigirin, negirin jî desthilatdariya AKP-MHP êdî nikare bi rê ve biçe û dawî li wan hatiye.Cemîl Bayik Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê di beşa duyemîn a bernameya taybet ya Stêrk TV de, zextên li ser HDP’ê, êrîşên PDK’ê yên li dijî qadên gerîla û berxwedana zindanan nirxandin kir.

Cemîl Bayik anî ziman ku AKP-MHP’ê di şexsê parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû de xwestin mirovên xwedî li gelan, demokrasî, azadî, exlaq û wijdan derdikevin bitirsînin, teslîm bigirin, lê belê bi ser neketin.

Gergerlîoglû ku, ji ber 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, di Meclisa Tirkiyê de, parlementeriya wî hat betalkirin û sibeha Newrozê polîsên Tirk bi ser meclisê de girt û ew xistin bin çavan.

Bayik bi bîr xist ku HDP nûretiya gelê Kurd û Tirkiyê dike, lewra desthilatdariya AKP-MHP’ê êrîşî wê dike û got:

“HDP’ê li ber faşîzma AKP-MHP’ê radibe, serî natewîne û nûnertiya demokrasiyê dike.

Lewma dixwazin HDP’ê bigirin, teslîm bigirin û bi vî rengî li ser desthilatdariyê bimînin.

Lê Kurd ne tenê li nava HDP’ê hene, li qadên cuda jî siyasetê dikin û têdikoşin.

HDP’ê bigirin negirin, desthilatdariya AKP-MHP êdî nikare bi rê ve biçe û dawî li wan hatiye.”

Piştî têkçûna dewleta Tirk di êrîşa li ser Garê de, bi hêrs berî da HDP û bi sedan girtin û binçavkirin, niha jî dixwaze partiyê ji nav bibe.

Em ne li bendê bûn ku PDK’ê roja Newrozê êrîşî gerîla bike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşa PDK’ê ya li dijî kampên Gerîlayan daxuyand ku ew ne li bendê bûn ku PDK’ê roja Newrozê êrîşî gerîla bike û ev pirs kir:

-Em dixwazin hîn bibin ku ev êrîşeke navendî ye yan biryara fermandarekî ye?

Berxwedana li zindan, Mexmûr û Lavrîo gelekî pîroz e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê yên li zindanan, Lavrîo û Mexmûrê pîroz kir û anî ziman ku berxwedan her deriyî vedike.

Back to top button