Li Navçeya Til Hemîsê bi merasîmekê cenazeyê endamê Asayşê Salih Remedan hate oxirkirin.
Bi sedan welatiyên Til Hemîsê îro li goristana şehîdan a li Til Hemîsê beşdarî merasima oxirkirina cenazeyê şehîd Salih Remedan bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê, Hêzên Asayîşê û meclisa navçeyê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan da.
Di dawiyê de belgenameya şehadetê hate xwendin û radstî malbata şehîd hate kirin