Li Kobanê jî bi hezaran kes li dijî êrişa li Qamişloyê daketin qadan. Li Minbicê Meclisa Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyek êriş şermezar kir. Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê jî konê sersaxiyê ji bo şehîdên êrişa li Qamişlo veda.
Hêrs û nerazîbûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşa li Qamişlo zêde dibe.
Li herêma Firatê bi hezaran welatiyên Kobanê daketin qadan û bi meşekê êrîş şermezar kir.
Meş ji Qada Jina Azad a li Kobanê dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd veguherî mîtingê.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî axivî û got ku dewleta Tirk dijmantiya gelê herêmê dike û hemû bajarên Kurdistanê dike hedef.
Arif Balî bang li civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya sûcên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê bigirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê êriş şermezar kir
Li Minbibê jî, Meclisa Malbatên Şehîdan a bi daxuyaniyekê êrişa li dijî welatiyên Qamişloyê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komkujiyên ku li dijî sivîlan pêk hatin şermezarkirin.
Di dawiyê de bang li raya giştî û civaka navneteweyî hat kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê konê sersaxiyê veda
Li Reqayê jî , Meclisa Malbatn şehîdan a Reqayê konê sersaxiyê ji bo şehdên komkujiya Hilêliyê li pêşiya avahiya meclisa bajêr veda.
Bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û leşkerî serdana kon kirin.
Di konê sersaxiyê de, daxuyanî bi navên Meclisa Malbatên şehîdan a Reqa û Tebqayê, û Meclisa Malbatên Şehîdên QSD’ê hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de êrişa li Qamişlo hate şermezarkirin û sersaxî ji mabata Gulo re hate xwestin.
Hate gotin ku dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û armanca wê qirkirina gelê herêmê ye.
Her wiha bang li civaka navneteweyî hate kirn ku rê li ber sûcên dewleta Tirk a li dijî welatiyên herêmê bêne girtin.