Cozêf Lehdo: Çima Iraq û Sûriye li hember qutkirina ava Feratê bêdeng in ?

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cozêf Lehdo hikumeta Şam û Bexdayê rexne kir û da xuyakirin ku dewleta Tirk avê weke rêbazekî şer li dijî herêmên Rêveberiya Xweser bi kar tîne.

Cozêf Lehdo da zanîn ku, qutkirina ava Feratê, gihîştiye astekê ku hin bendavê herêmê nema dikarin kehrebeyê bidin.

Lehdo anî ziman ku birîna avê, bandoreke neyînî li qada çandinî, xweza û jiyana gelên herêmê kiriye.

“Çi rola rola hikûmeta Iraq û Sûriyê heye. Çima bo bidestxistina para xwe ji avê dest tê wernadin. Parên navdewletî hene. Lihevkirinên navdewletî li ser çemên sînorbuhêr hene. Tirkiye pabendî peymanên li ser avê nabe, lê mixabin, Sûriye û Iraq jî li hember vê yekê bêdeng in.”

Back to top button