Nûnerê Amerîkî yê ji bo Sûriyê David Braunstein bi şandeya danûstandinan a PYNK’ê re civiya.
25 vê mehê civîn li dar ket û aliyan di civîna xwe de li ser mijarên girîng ên girêdayî danûstandinên navbera ENKS û PYNK de axivîn.
Her wiha nîqaş der barê encama serdana David Braunstein a ji bo Başûrê Kurdistanê jî hatin kirin.
Braunstein Yekşemê bi şandeya ENKS re civiyabû û tê payîn di demên pêş de bi herdu aliyan re bicive.