LI AMEDÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ YA 6’EMÎN DEST PÊ KIR

Şermezarkirina qeyûman ku şaredariyên HDP’ê dagirkirin, bi çalakiyên cûr bi cûr bênavber didome.
Li Amedê çalakiya rûniştinê di roja 6’emîn de tê lidarxistin.
Her wiha HDP’ê ‘Koordînasyona Navendî’ ku ji 15 kesan pêk tê, ava kir.
Koordînasyon wê înîsiyatîfên herêmî ava bike, û wê kampanyayên îmzeyan û nobetên bênavber li dar bixe.

Çalakiyên li dijî erkdarkirina qeyûman li Amed, Mêrdîn û Wanê îro jî dewamkirin.

Li Amedê Çalakiya rûniştinê ya 6’êmîn ku ji aliyê HDP’iyan ve tê lidarxistin, li Kolana Lîseyê dest pê kir.

Parlamenterên HDP’ê, Hevşaredarên bajar û navçeyan, dayikên aştiyê, rêveberên HDP û DBP’ê, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.

LI ÎDIRÊ JÎ BI DAXUYANIYEKÊ QEYÛM HATIN ŞERMEZARKIRIN
HDP’iyan li Îdirê jî dagirkirina sê şaredariyan şermezarkirin.

LI DIJÎ QEYÛMAN HDP’Ê ‘KOORDÎNASYONA NAVENDÎ’ AVA KIR

Di heman çarçoveya şermezarkirina qeyûman, çalakiyên cûda tên lidarxistin.

HDP’ê li dijî biryara erkdarkirina qeyûman, hevserokên giştî jî di nav de ‘Koordînasyona Navendî’ ku ji 15 kesan pêk tê hat avakirin.

Koordînasyona ku înîsiyatîfên herêmî jî ava bike, dê bi beşek hevdîtin re kampanyayên îmzeyan û nobetên bênavber li dar bixe.

Koordînasyonê li dijî erkdarkirina qeyûman heta 1’ê Îlonê wê beşek bername û çalakî li dar bixe.

Piştî 1’ê Îlonê dê bernameyeke nû derbixe.

Li gorî vê , kampanyayên îmzeyan û çalakiyên nobetê yên daîmî plan kir.

Di vê çarçoveyê de wê înîsiyatîfên herêmî bên avakirin.

 

Leave a Reply

Back to top button