Li Reqayê, hêzên Asayîşê, navendeke çêkirina teqemenî û deopyeke cebilxaneyan a DAIŞ’ê dîtin.
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan 25’ê Nîsanê depo û kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê ya çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Kerama yê li bakurê Reqayê dîtin.
Asayîşê diyar kir ku 111 topên hawin ên navîn, 5 topên mezin, 10 dikên hawinan, 7 topên gazê û gelek çekên din hatin dîtin.
Asayîşê anî ziman ku wan ev made dûrî cihên sivîl xistine û ji bo cihên taybet ên komkirina bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê vehuastine.