Duran Kalkan: Hemû dane nîşan didin ku PDK li pişt êrîşa Sîdekanê ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan têkildarî helwesta PDK’ê ya derbarê êrîşên Tirkiye yên dijî Başûr de diyar kir ku, hemû dane nîşan didin ku PDK li pişt êrîşa Sîdekanê ya dijî generalên Iraqê ye. Kalkan hêvî kir jî ku PDK’ê ne li pişt vê êrîşê derkeve.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bû mêvanê bernameya televîzyona Medya Haber û derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê û helwesta PDK’ê nirxandinên girîng kirin.

Duran Kalkan bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û got:

Niha tê gotin ku artêşa Tirk ketiye Sîdekanê, lê heta PDK rê û destûrê nede, dewleta Tirk nikare bi tena xwe bê herêmê.

Kalkan da zanîn ku PDK’ê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji xwe re weke hevkar hilbijartiye û ev rexne kir:

“Êrîşên îro faşîzma Tirk a AKP û MHP’ê ya li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk tîne, ti aliyekî ku piştgiriya wê bê kirin, nîne.

Kî bi navê Kurdayetiyê piştgiriyê bide wan xayîn e, li Tirkiyê jî kî piştgirî bide wan faşîst û qirker, mêtînger û dijminê Kurdan e. ”

Duran Kalkan têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li dijî wesayîta fermandarên artêşa Iraqê jî dibêje:

“Hemû dane nîşan didin ku PDK li pişt êrîşa Sîdekanê ye. Ji ber ku dema PDK li gel wan fermandaran bûye, tiştek nabe, lê piştî ji wir diçin êrîş pêk tê.

Rewşeke ku pêwîstiya wê bi îzaheyê heye.

Hêvî dikim PDK li pişt vê êrîşê dernekeve. ”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di dawî de, ji bo valaderxistina êrîşan, banga bilindkirina têkoşînê li keç û xortên Kurd kir.

Back to top button