Hevseroka HDP’ê ya Rezanê Fatma Kavmaz hat girtin

Hevseroka HDP’ê ya navçeya Rezanê Fatma Kavmaz bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hate girtin. 

Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 4’emîn a Amedê, Hevseroka (HDP) ya navçeya Rêzan a Amedê Fatma Kavmazê girt û ew şand Girtîgeha Jinan a bajêr.

Hat ragihandin ku polîsan duh saet 11.00’an telefonî Fatma kiriye û xwestine navnîşana xwe ji wan re bibêje, piştre polîs çûne mala wê û ew binçav kirine.

Piştî îfadeyê, dozger, bi daxwaza girtinê ew şand Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 4’emîn a Amedê.

Dadgehê jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” Fatma girt û ew şand girtîgehê.

Back to top button