Hesekê-Asayîşê kesekî sextekar û xelk dixapandin girt

Hêzên li dijî tawanan yên girêdayî Asayîşê kesekî ku xelk dixapandin û sextekar bû girtin.

Asayîşê eşkere kir ku 25’ê Tîrmehê, hêzên wan li Hesekê kesekî ku bazirganekî li Minbicê xapandibû hat girtin.

Asayîşê da zanîn ku alavên ku pêre hatin dîtin jî ketin destê hêzên wan de. Li gorî Asayîşê alavên pêre ev in:

Cilşok (94), ekranek plazme 55-inch (1), basarkên gazê (4), baweşînên erdî (25), Leyzeriyên pêjgehê (metbex) (27) û Receivers (40).

Asayîşê diyar kir ku ew kes û hemû alavên ku pêre hatin desteserkirin ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin.

Hêzên Asayîşê belavkarekî madeyên hişbirê li Dêrazorê girt

Back to top button