Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê rejîma Sûrî Feysel Miqdad gef li dewleta Tirk a dagirker xwar û got: Eger bi şer be yan bi aştiyane be dewleta Tirk a dagirker wê ji xaka Sûriyê derkeve.
Feysel Miqdad ji rojnameya El-Weten re ragihand ku ji bo rizgarkirina Idlibê ji terorê ew xwedî biryara leşkerî û siyasî ne.
Miqdad gef li dewleta Tirk a dagirker xwar û got:
Divê dewleta Tirk bizanibe ku ew ê kêliyeke tenê jî li Sûriyê nemîne.
Eger bi şer be yan jî bi aştiyane be ew ê ji xaka Sûriyê derkeve.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê rejîma Sûrî Feysel Miqdad têkildarî operasyonên leşkerî yên rejîmê, diyar kir ku mijara rizgarkirina parêzgeha Idlibê mijareke demê ye û wê di wextê xwe de were.