Arteşa Tirk xwe Li bejahiya navçeya Licê ya Amedê bi cih dike û ji bo operasyoneke berfireh di nava amadekariyan de ye.
Li bejahiya navçeya Licê ya Amedê liv û tevgera artêşa Tirk a dagirker zêde bûye.
Tê gotin, amadekarî ji bo operasyoneke berfireh re tê kirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, artêşa Tirk a dagirker bi konvoyeke ji 9 tabûr û 100 wesayitan hêza xwe li Licê bi cih dike.
Hate ragihandin ku amadekarî tê kirin li qadên “Şehîd Serxwebûn”, “Şehîd Kendal”, “Şehîd Remzî”, “Şehîd Kawa” û “Apê Mûsa” operasyoneke berfireh bê kirin.