Nûnerê Şîayên Şengalê: Tirkiye dixwaze xaka me veguherîne qada şer û komkujiyan

Nûnerê Şîayên Şengalê Seyîd El-Eracî da xuyakirin ku, Tirkiye bo berjewendiyên xwe hewl dide Şengalê veguherîne qadeke komkujiyan. Çavdêrê siyasî Rêkewt Îsmaîl jî da zanîn ku Erdogan hewl dide ku bi rêya PDK’ê, YNK’ê tev li şerê li dijî PKK’ê bike.

Ji bo têkbirina xweserî û hêzên Şengalê, amadekariya êrîşeke mezin tê kirin. Serokkomarê Tirkiyê Erdoganê dagirker bi daxuyaniyên gefxwarinê, ev yek eşkere kiriye.

Nûnerê Şîayên Şengalê Seyîd Mehmûd El-Eracî li ser gefên Erdogan diyar kir ku, Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe dixwaze Şengalê veguherînin qadeke şer û komkujiyan.

Mehmûd El-Eracî da zanîn ku piştî fermana 2014’an, pêkhateyên Şengalê bi hev re di nava jiyaneke hevbeş de bûn, lê pişît lihevkirina 9 Cotmeha 2020’an a Iraq û PDK’ê, her wiha piştî serdana Hilûsî Akar bo Iraqê, Şengal di nava metirsiyên qirkirinê, rû bi rû ye.

Nûnerê Şîayên Şengalê da xuyakirin ku ew ê heya dawî, li hemberî her destwerdaneke qirêj li ber xwe bidin.

Rêkewt Îsmaîl: Iraqê daxwaziya Tirkiyê ya derxistina hêzên li Şengalê red kiriye

Çavdêrê Siyasî Rêkewt Îsmaîl jî ji aliyên xwe ve destnîşan kir ku, hikûmeta Iraqê daxwaziya Tirkiyê ya derxistina hêzên li Şengalê red kiriye.

Iraqê di çarçoveya zagona navneteweyî û parastina serweriyê de, ji Tirkiyê xwestiye ku hêzên xwe ji baregeha Başîqayê vekişîne.

Rêkewt Îsmaîl: Tirkiye dixwaze bi rêya PDK’ê, YNK’ê jî tev li şerê li dijî PKK’ê bike

Tirkiye dixwaze di naverasta Adarê de êrîşeke berfireh bi ser Qendîlê de bibe.

Rêkewt Îsmaîl got:

“Tirkiye hewl dide PDK’ê tev li vê êrîşê bike û bi rêya wê, YNK jî beşdarî şerê li dijî PKK’ê bike.”

Balkêş e piştî serdana Wezîrê Parastina Tirkiyê Hilûsî Akar ji bo Bexda û Hewlêrê, mijara dagirkirina Şengal û êrîşa li dijî PKK’ê derketiye holê.

Li gorî agahiyan, Tirkiye di çarçoveya şandeya NATO’yê de, 25 pisporên leşkerî “qaşo ji bo piştgiriya artêşê ye”, dê bişîne Iraqê

Back to top button