Çilaxa-Di merasîma şehîd Zagros de banga yekitiyê hat kirin

Gerîlayê HPG’ê Zargors Serêkaniyê bi merasîmeke xiyabî li bajarokê Çilaxa hat bi bîranîn.
Di bîranînê de, li dijî êrişên dagirkeriya tirk banga yekitiyê hat kir.

Gerîlayê HPG’ê Zagros Serêkaniyê 22’ê Hezîranê li herêma Zapê şehîd bûbû.

Ji bo bîranînê, meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Zagros a li bajarokê Hemer veda.

Bi beşdariya şêniyên kantona Qamişlo merasîme xiyabî hat li darxistin.

“Bi felsefeya Rêber Apo emê azadiya xwe bi dest bixin”

Di merasîmê de kesên axivîn sersaxî xwestin û têkoşîna gerîlayên tevgera rizgariya Kurdistanê û fedakariyên wan ên di oxira azadî û jiyaneke birûmet anîn ziman.

Her weha li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker banga hevgirtin û yekitiyê hat kirin û ev tişt hat gotin:

“Bi berxwedana ku xwe dispêre felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em ê azadiya xwe û ya çar beşên Kurdistanê bi dest bixin.

Bi yekitî û hevgirtinê em ê planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şoreşa me têk bibin.

Di merasîmê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button