Hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li herêma ‘Bêçek’ bi çekên giran nuqeteyên hev dan ber topban.
Di encama êrişên hêzên hikûemtê li ser gundewarê rojavayî Helebê welatiyek hate kuştin û 4 zarok birîndar bûn.
Li Derayê jî di navbera hêzên hikûmetê û çekdarên herêmî şer derket.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê bi çekên giran nuqteyên çeteyan ên li gundewarê başûrê Idlib û rojavayî Hemayê topbaran kir.
Li beramberî vê, çeteyê Fetih El-Mubîn bi topan nuqteyên hêzên hikûmetê yên li başûrê Idlibê kirin hedef.
Li gundewarê bakurê Laziqiyê her du aliyan bi top û moşekan nuqeteyên hev topbaran kirin.
Her wiha bi heman rengî, hêzên hikûmetê bajarokên li rojavayî Helebê topbaran kirin.
Di encamê de, welatiyek hate kuştin û 4 zarok bi giranî birîndar bûne.
Zarokên birîndar rakirin Nexweşya Helebê.
Heleb-Di êrişa çeteyan de malbatek ji 4 kesan hate kuştin
Şevê din jî, di encama êrişên di topbarana çeteyên Fetih El-Mubîn a li ser bajarokê Eurem El Kubra yê li rojavayê Helebê de moşekek li malekê ket.
Di encamê de malbatek ji 4 ferdan pêk tê bav, dayik û 2 zarok hatin kuştin.
Li Derayê hêzên hikûmetê û çekdarên herêmî bi hev ketin
Rewşa li Derayê a bêçareserî jî dewam dike.
Hêzên Hikûmetê bi armaca desteserkirinê, bi ser mezreyekê li bajarokê Tafis yê li gundewarê rojavayî Derayê girt.
Ji ber vê, komên çekdarî yên herêmê destwerdan kirin û di navbera çekdaran û hêzên Hikûmetê de şer derket.
Di encama şer de, cotkarek birîndar bû.