Li Başûrê Afrîkayê pêngava “ji bo ocalan azadî” dest pê kir

Koma Xebatê ya Kurd a Başûrê Efrîkayê û Konfederasyona Sendîkayan a Başûrê Efrîkayê bi daxuyaniyeke hevpar gotin dema wê ye û bi navê “Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyê, azadî ji bo Abdullah Ocalan” dest bi pêngavekî kirin.
Bi kampanyayê tê xwestin, ku Neteweyên Yekbûyî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikeve nava tevgerê.

Roj bi roj bang û daxwazên ji bo azadiya Rêber Ocalan zêdetir dibin.

Vêcarê jî li Başûrê Efrîkayê ‘Kampanya Navneteweyî ya ji bo Azadiya Ocalan’ dest pê kir.

Koma Xebatê ya Kurd a Başûrê Afrîkayê (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Başûrê Afrîkayê (COSATU) pêngava bi navê “Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyê, azadî ji bo Abdullah Ocalan” dan destpêkirin.

Bi rêya kampanyayê tê xwestin, ku ji bo pêkhatina aştiya li Tirkiyê, NY ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bixe nava liv û tevgerê.

Di bangawaziyê de hate ragihandin ku ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres nameyeke vekirî hatiye nivîsandin.

Di nameyê de ya ji bo Gûterres hatiye nivîsandin, işaret bi encamên rapora lêkolîna li Îmraliyê ya Tebaxa 2020’î ya Komîteya CPT û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî hate kirin.

Lewma hate xwestin, ku li gorî vê encamê Neteweyên Yekbûyî tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Di bangê de her wiha karên Neteweyên Yekbûyî li dijî rejîma أبارتايد Apartheîdê ya li Başûrê Efrîkayê hate bibîrxistin û hate destnîşankirin, ku heman Pîvanên Nelson Mandela ji bo Rêber Abdullah Ocalan jî bê bicihanîn.

Saziyên navborî diyar kirin ku ew di wê baweriyê de ne ku berdana Abdullah Ocalan a bi heman rengî wê ji bo çareseriya aştiyane ya şerê li Tirkiye û herêmê, şert û mercên pêwîst biafirîne.

Koma Xebatê ya Kurd a Başûrê Afrîkayê û Konfederasyona Sendîkayan a Başûrê Afrîkayê bang li her kesî kirin ku tevlî kampanyayê bibin.

 

Back to top button