Nancy Pelosi: Eger li gorî destûrê nemeşe em ê dest bi rêkarên vederkirina Trump bikin

Seroka Encumena Parlamenterên Amerîkî Nancy Pelosi ragihand ku ew ê dest bi rêkarên vederkirina Donald Trump bikin “eger li gorî benda 25’an destûrê neyê dûrxistin.”

Nancy Pelosi da xuyakirin ku, Encumena Parlamenteran dê îro yan sibe Sêşemê li ser biryareke ku bihêle cîgirê serok Mike Pence şûna Trump bigire, dengdanê bike.

Benda 25’an a destûrê, serokê Amerîkayê ji erkê dûr dixe, eger hew bikare peywirên xwe yên fermî bi cih bîne, her wiha desthilatê vediguhêze cîgirê serok.

Tevî têkçûn û jihevketina têkiliyan digel piraniya wezîr û rayedaran, Donald Trump heta niha ti nîşaneyên istîfakirinê nedane.

Back to top button