Hêzên Asayîşê bi operasyonekê du şaneyên DAIŞ’ê li Sirînê û Baxozê girtin

Hêzên Asayîşê yên HAT’ê di çarçoveya şopandina şaneyên DAIŞ’ê de, îro li bajarokê Sirîn yê Kobaniyê û li bajarokê Baxozê yê Dêrezorê operasyonek dan destpêkirin.

Hêzên HAT’ê di operasyonê de 3 çeteyên DAIŞ’ê li Sirînê girtin û alên DAIŞ’ê û dewleta Tirk, tevî amûrên ji bo danûstandinê bi kar dianîn û belgeyên sexte desteser kirin.

Her wiha li Baxozê jî serkirdeyekî şanekê çeteyên DAÎŞ’ê hat girtin û çekeke kilaşînkovê û 4 cercûrên wê jî hatin desteserkirin.

Hêzên Asayîşê diyar kirin ku li dijî terorê bi hemû awayan şerê wan berdewam in û bang li hemwelatiyan kir ku her tevgerek bi guman, ragihînin nuqteya ewlehiyê ya herî nêzîk a hêzên wan.

Back to top button