PKK: Peymana NATO a li Madrîdê tê wateya piştgirîdayîna komkujiyên li dijî Kurdan

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê diyar kir ku Peymana di civîna Madrîdê ya NATO’yê li ser wê hat lihevkirin tê wateya xwedîderketina li komkujî û polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd.
PKK’ê got, “Gelê Kurd bi dostên xwe wê li hemberî hêzên destûra qirkirinê dane dewleta faşîst a Tirk têkoşîna demokrasiyê û aştiyê bilind bike.”

Tirkiyê dest ji dijberiya Swêd û Fînlandiyayê ya ketina nav NATO’yê berda û di nava wan de, peymanek lihevkirinê ya sê alî, hat îmzekirin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê li ser mijarê daxuyaniyek da.

PKK’ê di daxuyaniyê de diyar kir NATO destkeftî û têkoşîna gelê Kurd ji bo gavên xwe yên berfirehkirinê bi kar tîne û ev jî îlana dijminatiya gelê Kurd e û wiha got,

“Fînlandiya û Swêd ku wekî nûnerên “demokrasiyê” hatin nîşandan bi dewleta Tirk a herî faşîst, qetlîamker û dijminê demokrasiyê re di 28’ê Hezîranê de li paytexta Spanya Madrîdê li ser polîtîkaya faşîst li hev kirin.

Ev yek durûtî û qirêjiya wan raxist ber çavan. Rastiya rûyê sîstema ‘demokrasiyê’ ya rojava di her alî de derket holê û deşîfre bû.

Biryara piştgiriya bi Kurdan re ya di kongreya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê de hat dayîn vala derxistin û nîşanî her kesî dan ku ew dikarin ji bo berjewendiyên xwe her tiştî nîqaş bikin.”

PKK’ê da zanîn peymana di civîna Madrîdê ya NATO’yê li ser wê hat lihevkirin tê wateya xwedîderketina li komkujî û polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd û wiha dewam kir,

“Îro gelê Kurd, li ser dewleta faşîst a Tirk ku bi Peymana Lozanê Kurdistan kir mêtingeh û li ser axa wê bi xwe înkar, îmha û qirkirin li ser gelê Kurd ferz kir, bi hişmendî û rêxistinbûna xwe ya siyasî ya bilind, demokrasiyê ferz dike.

PKK: Dewleta Tirk difikre bi piştevaniya navnetewî qirkirinê pêk bîne

Tu hêza dinyayê wê nekaribe vî gelî têk bibe.

Dewleta faşîst a Tirk nikare pêşiya têkçûna xwe ya li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigire, lewma difikire ku bi piştevaniya navneteweyî qirkirinê pêk bîne.

NATO ji sala 1985’an û vir ve her cure piştgirî dide Komara Tirkiyê.

Tevî vê yekê têkoşîna azadiya Kurd îro gihîştiye lûtkeya dîrokî.

Li her derê cîhanê bi taybetî li Swêd û Fînlandiyayê bi sed mîlyonan dostên gelê Kurd hene.”

PKK’ê di dawiyê de destnîşan kir wê gelê Kurd û dostên xwe wê li hemberî kesên ku destûra qirkirinê dane dewleta faşîst a Tirk, têkoşîna demokrasiyê û aştiyê mezin bikin.

Back to top button