Serçeteyê Tirkiyê Mukur Nehat û agahî derbarê jinên revandî neda

Dewleta Tirk cara duyem, ew her 11 jin ji girtîgeha xwe ya li gundê Basutê yê Şêrewa, veguhestin cihekî ne diyar.

Malbatên jinên hatine revandin jî, nerazîbûn nîşanî vê girtinê da û li gel serçeteyê Tirkiyê ku qaşo Waliyê Efrînê ye gilî kirin, lê Walî, serdana malbatan red kir û got:

“Ti agahiya wî li ser rewşa jinan tune ye û ew jin ne li gel çeteyan in..”

Di heman demê de jî, Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku istixbarata Tirkiyê bi şêniyên Efrînê yên resen re civiyaye û ji wan re gotiye:

“Ti elaqeya wan bi binpêkirinên ku çete li Efrînê dikin, tune ye.”

Li navçeya Cindirêsê jî, dagirkeriya Tirk pankartên rêyan bi zimanî Tirkî danîne û nîşanî bajarên xwe yên Rîhanî û Hatayê dikin.

Back to top button