Artêşa Tirk bejahiya Betlîsê bombebaran dike

Li 10 gundên Xîzanê qedexeya derketina derve û operasyona leşkerî ya artêşa tirk didome.
Hat ragihandin ku seranserî şevê çolterên gundan yên bajarê Betlîsê hatine bombebarankirin.

Duh li 10 gundên yên bi ser naçveya Xîzanê ya Bedlîsê ve qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.

Li aliyekî qedexe li aliyekî jî operasyona leşkerî ku hatibû destpêkirin dewam dike.

Hat ragihandin seranserî şevê çolterên gundan hatine bombebarankirin û li hin cihan dengê çekan jî hatiye bihîstin.

Hat zanîn ku hem li bejahiyê hem jî ji hewayî ve operasyon dewam dike.

Xelkên Betlîsê nikarin ji malên xwe derkevin

Ketin û derketina gundan hatiye qedexekirin. Li gelek gundan destûr nayê dayîn ku welatî ji malên xwe derkevin.

Duh li gundê Xûlepûr 3 welatî jî di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û îro wan ji navçeyê birine navenda Bedlîsê.

Tê payîn her sê welatiyan jî ji bo îfade bidin, birine dozgeriyê.

Back to top button