Stoltenberg saleke din jî li ser erkê xwe dimîne

Welatên Hevalbendên NATOyê careke din dema erka Sekreterê Giştî Jens Stoltenberg dirêj kirin.
Stoltenberg wê heta saleke din jî karê xwe bidomîne.
Bi vê yekê re Stoltenberg bû duyemîn sekreterê giştî yê NATOyê ku herî demdirêj li ser erk maye.

Îro hate ragihand ku erka siyasetmedarê Norwêcî Stoltenberg heta 1’ê Cotmeha 2024’an hatiye dirêjkirin.

Stoltenberg, piştî ragihandina biryarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got:

Dirêjkirina erkê ji bo min rûmetek.

Jens Stoltenberg di mehên borî de diyar kiribû ew naxwaze demeke din li ser erk bimîne.

Lê belê li gorî agahiyên ku hatin girtin, Stoltenberg razî bû ye ku wezîfeya xwe bidomîne.

Stoltenbergê 64 salî nêzî 9 sal in Sekreterê Giştî yê NATOyê ye.

Di Adara 2022’an de, demek kurt piştî êrişa Rûsyayê li ser Ukraynayê, dema mayîna wê ya li ser erk heta dawiya Îlona 2023’an hatibû dirêjkirin.

Bi vê yekê re Stoltenberg bû duyemîn sekreterê giştî yê NATOyê yê herî demdirêj li ser erk maye.

Beriya niha kesê herî li ser vê peywirê mayî, siyasetmedarê Holandî Joseph Luns bû.

Ew jî di navbera 1971-1984 erka sekreterê giştî yê NATO kiribû.

Back to top button