Civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê hate lidarxistin

Civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê îsal ji aliyê Hindistanê ve hat birêvebirin.
Di civînê de rewşa teror û ewlekariya herêmê mijarên sereke bû.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi got:”Hin welat stargehê didin terorîstan, divê endamên hevkariyê rewşê şermezar bikin.”

Li gorî nûçeyên çapemeniya Hindistanê, di civîna hevkariyê de, mijarên teror û ewlekariya herêmê hate nîqaş kirin.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi ku di civînê de axivî hevkarên Şengayê wekî malbatek binav kir û got:

“Ewlehî, pêşkeftina aborî, yekîtî, rêzgirtina ji serwerî, yekparebûna herêmî, parastina jîngehê erka vê rêxistinê ye”

Modi li ser girîngiya têkoşîna li dijî terorê jî îdia kir ku hin welat terorîzma li ser sînor ji bo polîtîkayên xwe bi kar tînin û stargehê didin terorîstan.

Serokwezîrê Hindistanê bang li endamên hevkariyê kir ku rewşê şermezar bikin.

Li pêşberî vê, Serokomarê Çînê Xi Jinping jî bal kişande ser hevgirtin û baweriyê endamên rêxistinê ya bi hev re û xurt kirina wê.

Back to top button