Foruma Kurd û Ereb ya ku ev demeke nîqaşên wê tên kirin, wê di 25’ê Tîrmehê de, bi navê “Di çarçoveya geşedanên rojane û zehmetiyan de girîngiya pêwendiyên Kurd û Ereb” bê lidarxistin.
Forum wê ji aliyê Rêxistina Geşedan û pêşketinê ve were rêxistinkirin, bi rengê online bê lidarxistin.
Gelek rewşenbîr û akademîsyenên Kurd û Ereb wê beşdarî forumê bibin.
Di forumê de wê gelek mijarên wek “Di vê demê de çima pêwendiyên Kurd û Ereb ?”, “Li hemberî destwerdanên ser herêmê rola Ereb û Kurdan” û “Pêşeroja danustendinên Kurd û Ereb” were gotubêjkirin.
Forum wê 25’ê Tîrmehê dest pê bike.