Li Rîze çem di ser de çû, rê hatin girtin

Li navçeya Findikli ya Rîzeyê, ji ber lehiyê çem di ser re çû, rê hatin girtin.

Li navçeya Findikli ya Rîzeyê, ji ber baranê lehî rabû.

Ji ber lehiyê çem di ser re çû, rê hatin girtin.

Têkilî bi gelek gundên li navçeyê qut bû.

Av li hin mal û kargehan qewimî.

Ji bo rizgarkirina mirovên li navçeyê asê mane, kar dest pê kir.

Nayê zanîn ku heta niha tiştek bi kesî hatiye yan na.

Li bajêr kolan û zikak veguherîn mîna golê.

Li Rîzeyê hefteya derbasbûyî ji ber lehiyê 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji bo dîtin û rizgarkirina 2 kesên li ber lehiyê ketin, kar dewam dike.

Li navçeya Arhavî ya Artvînê jî çem di ser re çûn, rê hatin girtin.

Back to top button