58 rêxistinên jinan bangawaziya rawestandina sûcên dewleta Tirk kir

58 rêxistinên jinan, li seranserî cîhanê, bangawaziya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî ya ji sekreterê giştî yê NY û rêxistinên jinan ên girêdayî rawestandina sûcên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê îmze kirin.

26’ê Hezîranê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi peyamekê bang li sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, endamên Meclisa Mafên Mirovan, û jinan a NY, serokê komîteya lêpirsînê ya taybet a Sûrî Paulo Pinero, Rêveberê desteya NY Fumzili Malampo Nguca, serokê Kombûna Dewletên Ereb Ehmed Ebû El-Xêz û rêxistinên hiqûqî kirin.

Rêxistinên jinan di peyama xwe de êrîşên dewleta Tirk û dagirkirina herêmên Sûriyê, bi taybet Efrînê bi bîr xistin.

Rêxistinên jinan di peyama xwe de wiha gotin:

“Sê sal e Efrîn ji sûcên ku artêşa Tirk a dagirker li ser astên leşkerî, çandî û aborî bi rêya çeteyan “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” azar û zehmetiyan dikişîne.

Ev çete tevahiya cureyên sûcan li dijî sivîlan pêk tînin, ji bo ku plana xwe ya ku guhertina demografiya herêmê û çewisandina nasnameya wê armanc dike temam bike.”

58 rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan, hiqûqî, partiyên siyasî, çalakvan û rewşenbîrên jin ên cîhanê peyam îmze kir.

Koordînatora Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bêrîvan Hisên anî ziman destnîşan kir ku ev hemle 10 rojan dom kir û ji hêla rêxistinên jinan ve li dora cîhanê yên ku sûcên Tirkiyê li dijî jinan û zarokan red dikin, rastî bersîvdayînek mezin hat.

Bêrîvan anî ziman ku jin pêşengiya şerê têkbirina çeteyên DAIŞ’ê kir, ji erka rêxstinan ku piştgiriya xebatên jinê bikin û wê ji terora fikrî û bedenî biparêzin.

Back to top button