“Tecrîd li dijî hiqûqa navnetewî ye, nayê qebûl kirin”

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Mehmet Latîf Çelebî diyar kir ku tecrdîa li dijî rêbertî li dijî hiqûqa navneteweyî ye û nayê qebûl kirin.

Çalakiya Kurdistaniyan a ji bo pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo tecrîdê li ber avahiya NY’yê berdewam e.

Ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ve her roja Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.

Di çalakiya vê hefteyê de Pêngava 15’ê Tebaxê hat silavkirin.

Di şexsê Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) de bi deqeyekê rêz hat girtin û daxuyanî hat dayîn.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Mehmet Latîf Çelebî ku li çalakiyê axivî û got:

“Bi têkoşîna Tevgera Azadiya, hêviya azadiyê li Rojhilata Navîn jî çêbûye.

Dagirkeriya Tirkiyê bi tecrîdê dixwaze heyfa Pêngava 15’ê Tebaxê hilîne.”

Piştî axavtina Çelebî, Kurdistaniyan berê pişta xwe da NY’yê û dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Li Parîs û Lozanê tecrîd hate şermezarkirin

Back to top button