Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Minbicê Sîham Hemo destnîşan kir ku rizgarkirina Minbicê rûpelek nû li pêşiya jinan vekir.
Siham Hemo bi wan gotinan despê kir:
“Rastiya jinan di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de tijî tundî, zilm û tarî bû.
Jinan bi îradeya xwe ya xurt çeteyên DAIŞ’ê têk birin û jinên bindest rizgar kirin.”
Sîham anî ziman ku rastiya jinan piştî rizgarkirina Minbicê rastiyeke nû ye ku êdî jin bûne xwedî kesayetên serbixwe û wiha berdewamî da axaftina xwe:
“Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya projeya neteweya demokratîk di hemû qadên jiyanê de bûn nimûne.
Êdî bi rêya beşdariya di hevseroketiya hemû komîte û saziyan de gihîştin navendên biryardanê.
Gelek zehmetî nexasim di aliyê hişmendiya civakê de derketin, lê belê jinan ev zehmetî derbas kirin û gihîştin armancên xwe.”
Di dawiya axaftina xwe de Sîham Hemo got:
“Ev pêvajî dîrokî ye ku destkeftiyên bi saya fedakariyên xwe û xelkê herêmê bi dest xistine biparêzin.
Em salvegera 7’emîn a rizgarkirina Minbicê li hemû pêkhate û jinên Minbicê pîroz dikin.”
“Piştî rizgarkirina Minbic hemû saziyên xizmetguzerî hatin aktîfkirin”