Nobeda azadiyê di hefteya 582’an de didome

Nobeda ku ji bo azadiya RêberAbdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê destpê kir, di hefteya 582’an de ye.
Çalakgerên vê hefteyê malbateke ji Zurîchê ye ku tevî zarokên xwe tevlî bûye.

‘Nobeda Azadiyê’ di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve li bajarê Strasbourgê yê Fransayê destpê kiribû.

‘Nobeda Azadiyê’ ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, hefteya 582’an li salvegera 39’an a Pêngava 15’ê Tebaxê rast hat.

Nobedarên hefteya derbasbûyî rêveberên Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bûn.

Çalakî vê hefteyê ji aliyê malbateke ji bajarê Zurîchê yê Swîsreyê dewr hate wergirtin.

Malbata ji dayik, bav û sê zarokan nobedarên vê hefteyê ye.

Di daxuyaniya nobedarên vê hefteyê de bang li gelê Kurd û dostan hate kirin ku xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin.

Nobeda azadiyê bi endamên KOMAW’ê didome

Back to top button