Li Mexmûrê çalakiya nobetê di roja 28’an de didome

Çalakiya Nobetê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Apo ya li Wargeha Mexmûrê destpêkir bi koma 6’an di roja 28’an de berdewam dike.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin didome.

Di nobetê de çalakvana bi navê Nûran Sezgîn axivî û got:

Em tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar dikin, ev 29 meh e bi tu awayî, agahî ji Rêbertî nagrin.

Dewleta Tirk bi tu awayî mafê girtiyan nas nake û bi awayek dermirovî nêzî girtiyan dibe.

Tecrîda li dijî Rêber Apo, li ser tevahî gelê Kurde, ji ber ku Rêber Apo nûnertiya gelê Kurd dike.”

Piştî axaftinê çalakî ji aliyê koma 6’emîn ve hat dewr girtin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma pêncemîn didome

Back to top button