Cîhan Îsa: Em bi zorê dan koçberkirin

Sibe salvegera 5’an a dagirkirina Efrînê ye..
5 salin koçberên Efrînê di kampan de li ber xwe didin.
Û li hêviya vegera li ser axa xwe ne.
Ev daxwaz ya koçbera bi navê Cîhan Îsa ye.
Cîhan dibêje ”Kengî dibe bila bibe, em ê vegerin.” 

20’ê Çileya 2018’asîmanê Efrînê tijî balafir bûn.

Êrişek dijwar û hov pêk hat. Li vir pêvajoya aştiyê bi dawî bû.

Li hember wan êrişên dijwar berxwedanek jî hat meşandin.

58 rojan xelkê Efrînê bi hemû hêza xwe li ber xwe da.

Lê 18’ê Adara 2018’an ji ber êrişên hov xelk koçber bûn.

Cîhan Îsa jî yek ji wan kesên ku bi zorê dev ji axa xwe berdaye.

Bi van gotinan Cîhan Îsa behsa dema êrişan dike.

Cîhan Îsa: Li Efrînê aramî nemaye

Piştî dagirkirin, idayên ku Efrîn aram bûye derketin.

Cîhan jî bi wan idîayan tê xapandin û careke din diziviere Efrînê.

Lê li wir rastiyek berevajî wan idîayan dît.

Ew dibêje ”li Efrîna me qet aramî û ewlehî tine bû.

Rewş tam ters bû.

Li wir kuştin, revandin, dizî, destdirêjî û talanî hebû.”

Cîhan Îsa: Daxwaza me vegera li Efrînê ye

Sibê wê 5 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas bibe.

Tevî vê dema dirêj lê dîsa jî Efrîniyan hêviyên xwe qut nekirine.

Her dibêjin wê Efrîn di destê wan devbixwînan de nemîne.

Wê rizgar bibe û careke din ew ê lê vegerin.

Back to top button