DYA di civîna Ewlekariya NY de soza pêkanîna zexta li ser Rûsya da

Di qada dîplomasiyê de jî aloziya navbera Ûkrayna û Rûsya li ser masê ye. Nûnera Daîmî ya Amerîkayê ya li NY Thomas-Greenfield soza wê yekê da ku ewê di civna Konseya Ewlekariyê ya NY de zextê li Rûsya bikin. Moskow jî dibêje, daxwazên wan yên ku Ûkrayna nebe endamê NATO ji aliyê Amerîka û NATO ve hatiye redkirin. Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Lavrov got; “Em weke hemû welatên cîhanê bi DYA’yê re têkiliyên baş, adil û bi rêz dixwazin.

Ûkrayna bûye navenda gefên Rûsya û welatên Rojavayî.

Rûsya ku dixwaze bi rêya zextan, gefên li sînorê xwe bi dawî bike, rastî gefên hîn mestir yên Rojava tê.

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Lînda Thomas-Greenfield di civîna Konseya Ewlekariyê ya NY ya ku wê îro bê lidarxistin de soza pêkanîna zextên li ser Rûsya da.

28’ê Çile Thomas-Greenfield ji ber gefên Rûsya li ser Ûkrayna daxwaza civînê ji 15 endamên Konseya Ewlekariyê ya NY kiribû.

Thomas-Greenfield di hevpeyvîna xwe ya li gel çapemeniya Amerîkayê de destnîşan kir ku wê di civînê de, zextê li Rûsyayê bikin û got,

“Em bi yekdengiyê bang li Rûsyayê dikin ku xwe zelal bikin.

Em ê ji bo guhdarîkirinê xwe amade bikin û têkevin civînê.

Lê emê nehêlin bi propagandayê bala me belav bikin.wan, lê em ê bi propagandayên wan neyên kişandin.”

Thomas-Greenfield diyar kir ku ew amade ne bi rêyên dîplomatîk krîza navbera her du welatan çareser bikin û got,

“Me eşkere kir ku em amade ne fikarên xwe, Ûkrayna û Rûsyayê li ser maseya dîplomatîk çareser bikin.

Ji ber ev yek li qada şer nabe.”

Ji Moskow bo Waşîngton: Em dixwazin têkliyên bi DYA re li ser bingehê dualî bin

Têkiliyên di navbera Moskow û Washingtonê de ketine asta herî xirab a serdema piştî Şerê Sar.

Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov ji televîzyona Rûsî re axivî û got,

“Em weke hemû welatên cîhanê bi DYA’yê re têkiliyên baş, adil û bi rêz dixwazin.

Lê em naxwazin bibin rewşek ku ewlehiya me timî di xetereyê de be.”

Lavrov anî ziman ku “Xeta parastina NATO’yê ber bi rojhilat ve diçe” û got,

“Ûkrayna ne amade ye ku tevlî NATO’yê bibe.”

Moskow ragihand ku daxwazên wê yên ku Ûkrayna nebe endamê NATO hefteya derbasbûyî bi nivîskî ji aliyê Amerîka û NATO ve hatiye redkirin.

Back to top button