Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk ,careke din bi dijwarî deverên hev li Cebel El-Zawiyê û Sehil El-Xab topbaran kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro, hêzên hikumetê deverên li gundewarên rojavayê Idlib, Cebel El-Zawiyê û Sehil El-Xab topbaran kir.
Çeteyên dewleta Tirkiyê jî, ji duh ve bi giranî çeperên hêzên hikumeta Şamê yên li Başûr û Bakurê Idlibê, topbaran dike.
Duh Çavdêriyê ragihandibû ku di encama bombebarana balafirên şer yên Rûsyayê bargeheke çeteyan de li herêma Çiyayê El-Dewîle ya li bakur rojavayê Idlibê, 78 çete hatin kuştin û 90 çete jî birîndar bûn.
Di encama şer de 13 çete û 16 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
Li rojhilatê gundewarê Hemayê jî di navbera hêzên hikumetê û çeteyan de şerên dijwar qewimîn.
Çavdêriyê ragihand ku ku di encama şerê di van çend seatên dawîn de 13 çete û 16 leşkerên Hikumetê Şamê hatin kuştin.