Çalakiyên roja duyemîn ên mîhrîcana Rojava ya çand û hunerê bi dawî bûn

Bi panelên diyalogê, şevbuhêrkên kurteçîrokan û pêşandana sînemayê çalakiyên roja duyemîn a 8′emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li Qamişloyê bi dawî bûn.

Mîhrîcana 8′emîn a Rojava ya Çand û Hunerê li Qamişloyê di roja xwe ya duyemîn de bi semînera “Taybetmendiyên çanda Kurdi ya nûjen” hate vekirin.

Di panelê de rewşa rewşenbîrên Kurd, xîtaba wê ya çandî, bandora çanda Kurdî bi çandên gelên derdorê hatin nîqaşkiirin.

Piştre şevbuhêrkeke kurteçîrokî ji hêla nivîskar Qadir Egîd, Ednan Mistefa, Luqman Yûsif û Ciwanê Evdal ve hatin xwendin.

Çalakiyên roja duyemîn ên mîhrîcanê, bi pêşanda fîlmeke sînemayê bi sernava “Kena reş” bi dawî bû.

Tê payîn ku mîhrîcan heta 20′ê Cotmehê dewam bike.

Back to top button